• Monday, 16 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî ligel Ebadî di civînê de ye

Gulan Media November 30, 2014 Nûçe
Serokwezîr Barzanî ligel Ebadî di civînê de ye
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku, di serdana şanda Kurdistanê de bo Bexdayê ne bi tenê pirsa butçyê dê were gotûbêjkirin, lê çend pirsên din ên cidî hene ku pêwîste rêkeftin li ser wan jî were kirin.

Îro 30 Mijdarê, şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî gehişte Bexdayê û yekem civîna şanda Kurdistanê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ye, ku heta niha berdewame.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyeke taybet de ji BasNewsê re ragihand ku, Di vê civînê de wê çar xalên serekî werin gotûbêj kirin, xala yekem girêdayî butçeya Pêşmerge ye, xala duyem li ser pirsa petrol û xazê ye bi taybety ku Bexda û Hewlêr bighine rêkeftinekê li ser şandina petrolê bo derve û li gor madeyên destûrî jî mamele ligel vê pirsê were kirin.

Li gor Dizeyî, dê behsa wan navçeyan bê kirin ku niha di destê Hêzê Pêşmerge de ye, ligel gotûbêjkirina şandina butçeya Herêma Kurdistanê ji butçeya sala 2014an û pişka Herêma Kurdistanê di butçeya sala 2015an de.

Li gor zanyariyên BasNewsê, pêşbînî tê kirin ku pêşniyaza Adil Ebdulmehdî bibe rêkeftineke destpêkî di navbera her du aliyan de, Dizeyî da zanîn ku heta niha ti rêkeftinek çênebûya dê danûstandin jî berdewam bin heta dîtina rêkeftinekê.

Basnews
Top