• Monday, 16 February 2026
logo

Li Celewla Pêşmerge rêgiriyê li şewitandina xaniyan dikin

Gulan Media November 30, 2014 Nûçe
Li Celewla Pêşmerge rêgiriyê li şewitandina xaniyan dikin
Polîsên Iraqê îro gihan Celewla û hewila şewitandina xaniyên wî bajarokî dan, lê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê rêgirî li şewitandina xaniyan kirin.

Di vê derbarê de, fermandeyê Pêşmerge li sînorê Celewlayê Kamiran Hemecan ji BasNewsê re got:“ Ew hêza polîsên Iraqê vê sibê hatin bajarokê Celewlayê û hewila şewitandina xaniyên wî bajarokî dan û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê, rêgirî li wî karê polîsan kirin û piştre şpirgirêk di navbera wan de qewimî û piştî çend saetan û bi hewila herdu aliyan rewş aram bû“.

Wek tê zanîn bajarokên Celewla û Sadiye du nehiyên Kurdistanî ne û dikevin sînorê benda 140 û bi ser parêzgeha Diyale ve ne, roja 26-11-2014 Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê piştî êrîşeke berfireh bi piştgriya artêşa Iraqê û grûpûn Şî,e, karîbûn wan herdu nehiyan ji çekdarên DAIŞ`ê paijbikin û ji ber wê yekê hejmarek Pêşmerge şehîdbûn û yek ji wan şehîdan kurê Sekreterê Partiya Sosiyalîsta Demukrata Kurdistanê bû, piştî azadkirina wan navçeyan çend caran pirsgirêk di navbera Pêşmerge û grûpên Şî,e de peydabûn, ev yek jî bi sedema nerazî û rêgiriya Pêşmerge ji azardana xelkê û êrîşkirin bo ser malên xelkê wan navçeyan bû.

Basnews
Top