Li Celewla Pêşmerge rêgiriyê li şewitandina xaniyan dikin
Di vê derbarê de, fermandeyê Pêşmerge li sînorê Celewlayê Kamiran Hemecan ji BasNewsê re got:“ Ew hêza polîsên Iraqê vê sibê hatin bajarokê Celewlayê û hewila şewitandina xaniyên wî bajarokî dan û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê, rêgirî li wî karê polîsan kirin û piştre şpirgirêk di navbera wan de qewimî û piştî çend saetan û bi hewila herdu aliyan rewş aram bû“.
Wek tê zanîn bajarokên Celewla û Sadiye du nehiyên Kurdistanî ne û dikevin sînorê benda 140 û bi ser parêzgeha Diyale ve ne, roja 26-11-2014 Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê piştî êrîşeke berfireh bi piştgriya artêşa Iraqê û grûpûn Şî,e, karîbûn wan herdu nehiyan ji çekdarên DAIŞ`ê paijbikin û ji ber wê yekê hejmarek Pêşmerge şehîdbûn û yek ji wan şehîdan kurê Sekreterê Partiya Sosiyalîsta Demukrata Kurdistanê bû, piştî azadkirina wan navçeyan çend caran pirsgirêk di navbera Pêşmerge û grûpên Şî,e de peydabûn, ev yek jî bi sedema nerazî û rêgiriya Pêşmerge ji azardana xelkê û êrîşkirin bo ser malên xelkê wan navçeyan bû.
Basnews
