• Monday, 16 February 2026
logo

Tenê 2 gund li Guwêr di destê DAIŞê de mane

Gulan Media November 30, 2014 Nûçe
Tenê 2 gund li Guwêr di destê DAIŞê de mane
Hêzên Pêşmerge serê vê sibehê li eniya Mexmûr û Guwêrê yên başûrê Hewlêrê dest bi operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê û çend gund jî xistin destê xwe.

Peyamnêrê Rûdawê li cihê êrişê ragihand: “Li eniya Mexmûrê Hêzên Pêşmerge pêşve diçin û di demeke nêzîk de gundên: Dugirkan, Cedîde, Elawiye û Gubêde bi temamî kontrol dikin.”

Fermandarê Hêza Kawe li Mexmûrê Emîd Mihemed Çêweyî ji Rûdawê re ragihand: “Li eniya Guwêrê Hêzên Pêşmerge karîn Saqiye û Koşaf û bilindahiyên Koşafê bixin destê xwe.”

Hevdem Berpirsê eniya Mexmûr-Guwêr a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên Pêşmerge pêşve diçin.”

Çavkaniyekî ji nav Hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand: “Pêşveçûnên Hêzên Pêşmerge nebilez in, ji ber hejmara zêde ya bombe û mayînan li wê deverê.”

Wî çavkanî da zanîn ku, “Tenê du gund li eniya Guwêr di destê DAIŞê de mane.”

Rudaw
Top