• Monday, 16 February 2026
logo

Ocalan: Me li hev kir

Gulan Media November 30, 2014 Nûçe
Ocalan: Me li hev kir
Şanda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duhî çû Îmraliyê û bi rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Hat ragihandin ku Ocalan û dewleta Tirkiyeyê li hev kirine.

Hevdîtina bi Ocalan re ku ji ber bûyerên Kobanî hatibû sekinandin, duhî cardin dest pê kir.

Şanda Îmraliyê ku ji sê parlamenterên HDPê (Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken, Sirri Sureya Onder) pêk tê, duhî çû Girava Îmraliyê û bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re civiya.

Di şandê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatîp Dîcle jî hebû, biryar bû Berdevka Tevgera Demokratîk a Jinên Azad (DOKH) Ceylan Bagriyanik jî çûba Îmraliyê lê Wezareta Dadê destûr neda.

Piştî hevdîtina duhî ya ku 4 saetan dom kir, şanda HDPê îro daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Ocalan daye xuyakirin, ku 'Pêşnûmeya Pêvajoya Muzakereyê ya Demokratîk û Aştiyê' ku demeke dirêj li ser dixebitî çarçoveya wê diyar bûye. Ocalan bi heyeta dewletê re bi berfirehî nîqaş meşandiye û li ser xetên muzakere li ser bê meşandin, li hev kirine.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de derheqê 'Pêşnûmeya Pêvajoya Muzakereyê ya Demokratîk û Aştiyê' de wiha hat gotin:

“Ev pêşnûmeya muzakereyê bi şanda me re jî hatiye parvekirin û dê di dema herî nêz de ji bo agahdarî, pêşniyar û hevkariyan pêşkêşî gelên me bê kirin.”

Li gor daxuyaniya şanda HDPê, Ocelan daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyê kiriye ku gavên pêwîst bavêje ji bo serastkirina yasayên ku li ber berdewamiya pêvajoya aştiyê dibine asteng.

Hat zanîn Ocalan destnîşan kir ku heke herdu alî li gor taybetmendiyên ku hatine eşkerekirin rast, cidî û bibiryar pêvajoyê bidomînin, herî zêde di nav 4-5 mehan de çareseriyeke demokratîk çêbibe. Ocalan hişyarî da û got ku heke ev cidiyet û biryarî neyê nîşandan, wê kaoseke herêmî zêdetir bibe.

Ocalan bal kişand ku heke hemû valahiyên zagonî bên dagirtin û pişt re derbasî muzakereyan bibin, divê herdu alî "agirbesteke bihêz" çêbikin û "lijneyeke çavdêr" ku vê agirbestê kontrol bike bê çêkirin.

Rudaw
Top