150 Pêşmerge diçin Kobanî
Çavkaniyek ji Hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand: “Îro ew 150 Pêşmergeyên ku li Kobanî ne, dê vegerin Herêma Kurdistanê û 150 pêşmergeyên din biçin şûna wan.”
Beriya mehekê Hêzên Pêşmerge bo hevkariya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî çekdarên DAIŞê bi çekên giran çûn bajarê Kobanî.
Çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanî pir bi bandor bû, ku rolekî berçav dîtin di wî şerî de.
Rudaw
