• Monday, 16 February 2026
logo

Dizeyî behsa serdana Bexdayê dike

Gulan Media November 30, 2014 Nûçe
Dizeyî behsa serdana Bexdayê dike
Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistranê eşkere kir ku, roja yekşemiyê 30.11.2014ê, Nêçîrvan Barzanî serokêwezîrê herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeyekê serdana Bexdayê bike.

Dizeyî dibêje: Berî heyamekî Adil Ebdulmehdî wezîrê neftê yê hikûmeta Îraqê serdana Hewlêrê kir û digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê weke destpêk ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêkeftinek îmza kir. Ew rêkeftin weke destpêkek bû jibo destpêkirina danûstandinên cidî û avêtina pêngavên piraktîkî ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, li ser esasê wê rêkeftinê û tewsîyeyên parlamentoya Kurdistanê û komîteya danûstandinan ku, ji aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê pêkhatiye, sibê şandeyeke balaya hikûmeya herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê digel cîgirê serokwezîr û wezîrên peywendîdar û hijmareke şîretmendan dê serdana Bexdayê bike.

Dizeyî got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê hertim xwestiye hemû pirsgirêk digel Bexdayê bi rêya diyalogê û lihevtêgihiştinê bên çareser kirin û di berjewendiya hemû aliyan de be. Li ser vê bawerî û pirensîpan û piştî derencamên erênî ji rêkeftina destpêkê a di navbera serokwezîrê herêma Kurdistanê û wezîrê neftê yê hikûmeta Îraqê derketin holê, weke pêngava yekem, sibê şandeya herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike û deriyê diyalog û danûstandina digel Bexdayê vedike bi wê hêviyî ku ew danûstandin dawiyê bi pirsgirêkan bîn in.

Peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje ku, serdana Bexdayê û encamdana dîdar û civînan digel berpirsên hikûmeta Îraqê wê manayê nade ku, hemû pirsgirêk bi yekcarî tên çareser kirin û her kes dizane hemû dosiyeye bi serdanekê çareserr nabin. Lê ew bi hêvî ne k u, vekirina deriyê diyalogê destpêkirina danûstandinan rê xweş bike ku, bigehin rêkeftinekê û encamên wê di berjewendiya herêma Kurdistanê û timama Îraqê de bin û cîyê razîbûna hemû aliyan be.
Top