• Monday, 16 February 2026
logo

Li Murşitpinarê şer giran dibe

Gulan Media November 29, 2014 Nûçe
Li Murşitpinarê şer giran dibe
Li navçeya deriyê sînorî yê navbera Kobanê û Tikriye, şer û pevçûnên giran di navbera şervanên Kurd û çekdarên DAIŞê birêve diçin, çekdar jî ji çend taxên Kobanê reviyan.

Xwekujekî ji çekdarên rêxistina Dewleta Islamî, DAIŞ, bi otombîleke bombekirî xwe li navçeya deriyê sînorî yê Murşitpinarê teqand, piştî teqînê jî şer û pevçûnên giran di navbera şervanên Kurd bi piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û alîkariya şervanên mixalefeta Sûriyê, û çekdarên DAIŞê de destpêkirin.

Ji encama teqîna wê otombîlê, ziyaneke madî ya mezin giha navçeya Murşitpinarê, piştî teqînê jî, xwekujekî ji DAIŞê bo kemereke bombekirî xwe nêzîk şervanên Kurd teqiya, di encam de şervanekî Kurd şehîd bû hejmarek jî birîndar ketin, li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan.

Herwiha serê sibeha îro, 29ê Mijdarê, şervanên Kurd li êrîşek li eniya başûr–rojavayê Kobanê encamdan û karîn dest danin ser derdora nexweşxaneya Emel.

ji aliyek din ve çekdarên DAIŞê qada Azadî dagîrkirin, piştî êrîşekê ku bi hêzeke mezin encam dabûn.

Li eniya başûrê Kobanê jî, şervanên Kurd êrîşeke dijwar li dijî çekdarên DAIŞê pêkanîn û di encam de ziyaneke mirovî ya gelekî mezin giha çekdaran, li gor daxuyaniyeke Rewangeha Sûrî.

Rewangehê da zanîn jî ku, çekdarên DAIŞê ji ser sibehê ve navenda bajarê Kobanê topbaran dikin, heta niha jî nêzîk 90 topî li navenda bajêr ketine.

Ev şer û pevçûn di demekê de birêve diçin ku, duh, Înê, çekdarên DAIŞê ji navçeyên berfereh ên çargoşeya ewlekariyê û bazara şînkayî reviyan û niha ew navçe di bin kontrola şervanên kurd de ye.

Basnews
Top