Nêçîrvan Barzanî sibe serdana Bexdayê dike
Di vê derbarê de Endamê Parlamentoya İraqê ser bi Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ebdulwehab Elî ji BasNewsê re got: ‘’Sibe Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel şandekê serdana Bexdayê dike.’‘
Derbarê armanca serdanê de jî, Ebdulwehab Elî wiha axifî: ‘’Armanca serdanê çareserkirina yekcarî ya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ye. Ji wan jî butçeya Herêma Kurdistanê, yasaya petrol û gazê, mesela Pêşmergeyan û çendîn pirsgirêkên din ên navbera Hewlêr û Bexdayê. Wate gotûbêj li ser van mijaran tê kirin daku çareseriyek bê dîtin.’‘
Berî niha aliyên Kurdî yên li Bexdayê diyar kiribûn ku Serokwezîr Barzanî eger ne ji bo çareserkirina yekcarî be naçe Bexdayê. Di vê serdanê de biryar e Şanda Kurdistanê ligel Serokwezîrê İraqê Heyder Ebadî bicive û herdu alî bighin encamekê bo dîtina çareseriyeke yekcarî.
Basnews
