• Monday, 16 February 2026
logo

Pişka Kurdistanê ji butçeya sala 2015an a Iraq aşkere bû

Gulan Media November 29, 2014 Nûçe
Pişka Kurdistanê ji butçeya sala 2015an a Iraq aşkere bû
Biryarderê Komîteya Darayî li Parlementoya Iraqê aşkere kir ku, pişka Herêma Kurdistanê ji butçeya texmînkiriya sala 2015, ji 17 tirilyon dînar zêdetire.

Biryarderê Komîteya Dararyî li Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd ji BasNewsê re got:“ Butçeya texmînkirî ya Iraqê bo sala 2015 ji 150 tirilyon dînar pêk tê ku, 108 tirilyon bi awayê dahata bi dest ketiye û kujma din jî bi kurtehênan ji butçeya Iraqê hatiye texmînkirin“.

Derbarê pişka Herêma Kurdistanê ji butçeya sala 2015 Ehemed Reşîd got:“Ligor projeyasaya butçeya Iraqê, butçeya sala 2015 dighê bêhtir ji 17 tirilyon dînarên Iraqê“.

Li ser pişka Herêma Kurdistanê ji sedî 17 ji butçeya giştî ya Iraqê Ehmed Reşîd got:“ Eger bi awayê giştî bê diyar kirin ew pişk naghê ji sedî 17 belkî dighê ji sedî 12, lê eger tevahiya xerciyên serwerî jê bê derkirin, di jimara dawiya butçeyê de 100 tirilyon dinar bê diyar kirin, wê demê butçeya Herêma Kurdistanê dighê ji sedî 17“.

Ehmed Hacî Reşîd weha axaftina xwe qedand:“ Eger heye ku îro şeme 29-11-2014 Hikûmeta Iraqê projeya butçeya Iraqê bi pejrîne û sibe bo parlamento bişîne daku gotûbêjan li ser bike û bi pejrîne“.


Basnews
Top