Tirkiye: Amerîka li ser navçeya tampon razîbûye
Di çarçoveya pêşwazîkirina şandekê ji Hevpeyamaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê de, Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu aşkere kir ku, di serdana Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden bo Tirkiye, navbûrî razîbûna welatê xwe li ser daxwaza Tikriye bi avakirina navçeyeke tampon ragihandiye.
Di civîna ku li avahiya Wezareta Derve ya Tirkiye birêve çûye, rewşa meydanî ya Helebê û destpêşxeriya Nûnerê Navdewletî yê Taybet li Sûriyê Steffan de Mistura û pirsa pêkanîna navçeya tampon hatine gotûbêj kirin.
Li gor Çavuşoglu, dê di civîna sê alî ya çaverêkirî di navbera Tirkiye, Amerîka û Frnsayê de hûrgiliyên pêkanîna navçeya tampon gotûbêj bikin, lê dema encamdana wê civînê aşkere nekir.
Wezîrê Derve yê Tirkiye aşkere jî kir ku, biryara Duşema bê, wê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana Tirkiye bike, yek ji tewerên ku dê navbera Putin û rayedarên Tirk jî were gotûbêj kirin, dê krîza Sûriyê be.
Basnews
