‘50 keçên Kurd ên Êzdî ji destê DAİŞ’ê rizgar bûn’
Di vê derbarê de Endama Dewleta Yasa Nehle Hîbayî ragehand ku di encama êrîş û bombardimana Hêzên Hevpeyman de 50 keçên Kurd ên Êzdî ji bin destê DAİŞ’ê rizgar bûne û ber bi çiyayê Şengalê çûne ku mehek berî niha ji aliyê DAİŞ’ê ve hatibûn girtin.
Nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarê Koçberan Nûrî Osman ji BasNewsê re got haya wan ji vê meselê nîne. Li gor malpera Malume News, ew hemû keç ji aliyê DAİŞ’ê ve bo Telefer hatibûn veguhestin, lê piştre ji ber bombardimana firokeyên Hêzên Hevpeyman beşek ji wan keçan ji zindanê reviyane û ber bi çiyayê Şengalê çûne.
Di vê derbarê de Berpirsê Liqa Partiya Demokrata Kurdistanê li Şengalê, Şeîd Şengalî ji BasNewsê re got: ‘’Gelek peywendî ligel me hatiye kirin li ser azadbûna wan keçan, lê heta niha li aliyê ser çiya, wate li rojavayê çiyê hîç tiştek nebûye. Herwiha îdîayeke din heye ku 1200 keç hatibin azadkirin, lê heta niha nehatiye piştrastkirin.’‘
Basnews
