NY:Hejmarek mezin ji penaberên Kobanê li Herêmê ne
Komîsyariya Bilind a Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR) eşkere kir ku, ji destpêka şerê DAIŞê li Kobanî heta niha herî kêm 19 hezar penaberên Kobanî derbasî Herêma Kurdistan`ê bûne.
Saziya UNHCRê di rapora xwe ya vê mehê de ragihand ku, nêzîkî 2 milyon û 100 hezar penaberên Sûriye, Îraq û Rojavayê Kurdistan`ê li Herêma Kurdistan`ê hene ku nêzîkî milyonek û 900 hezar penaberên Îraqê û yên din jî penaberên Sûriye û Rojava ne.
Li gorî raporê, ji destpêka şerê DAIŞê li Kobanî, 19 hezar û 99 penaber ji Kobanê û Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bûne ku herî zêde ji Kobanî ne.
Xendan
