Barzanî fermana lêkolînê derbarê dagîrkirina Tillwerid da
Roja çarşema borî Hêzên Pêşmerge di operasyonekê de karîn gundê Tillwerid ji destê DAIŞê derxînin, ku beriya niha ketibû destê DAIŞê û Barzanî daxwaz dike ku lêkolîn derbarê wê dagirkirinê de were kirin.
Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku, Piştî ku Mesûd Barzanî serdana eniyên şer li Kerkûk û Germesêrê kir û biryar da ku lêkolîn derbarî dagîrkirina Tillwerid bê kirin, ku wê demê çawa ketibû destê çekdarên DAIŞê û çawa li wir 5 Pêşmerge dîl hatibûn girtin.
Tevî ku fermandarên Hêzên Pêşmerge li wî sînorî ji Serokê Herêma Kurdistanê re gotine ti pêşmergeyek dîl nebûye, lê eşkere bûye ku 5 Pêşmerge dîl di destê DAIŞê de ne û Wezîrê Pêşmerge soz daye ku lêkolîneke hûr derbarê wê yekê bike.
Rudaw
