• Monday, 16 February 2026
logo

Barzanî fermana lêkolînê derbarê dagîrkirina Tillwerid da

Gulan Media November 29, 2014 Nûçe
Barzanî fermana lêkolînê derbarê dagîrkirina Tillwerid da
Serokê Herêma Kurdistanê ferman daye ku, lêkolîn derbarê dagîrkirina gundê Tillwerid yê parêzgeha Kerkûkê ji aliyê çekdarên DAIŞê de bê kirin. Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir jî soz daye ku ev yek pêk were.

Roja çarşema borî Hêzên Pêşmerge di operasyonekê de karîn gundê Tillwerid ji destê DAIŞê derxînin, ku beriya niha ketibû destê DAIŞê û Barzanî daxwaz dike ku lêkolîn derbarê wê dagirkirinê de were kirin.

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku, Piştî ku Mesûd Barzanî serdana eniyên şer li Kerkûk û Germesêrê kir û biryar da ku lêkolîn derbarî dagîrkirina Tillwerid bê kirin, ku wê demê çawa ketibû destê çekdarên DAIŞê û çawa li wir 5 Pêşmerge dîl hatibûn girtin.

Tevî ku fermandarên Hêzên Pêşmerge li wî sînorî ji Serokê Herêma Kurdistanê re gotine ti pêşmergeyek dîl nebûye, lê eşkere bûye ku 5 Pêşmerge dîl di destê DAIŞê de ne û Wezîrê Pêşmerge soz daye ku lêkolîneke hûr derbarê wê yekê bike.

Rudaw
Top