Barzanî, Ebadî û Cibûrî serdana Tirkiyê dikin
Endamê Parlamentoya İraqê Îmad Yuhena ragehand ku vê hefteyê Serokê Parlamentoya İraqê Selîm Cibûrî serdana İraqê dike û piştre jî bo Komara Îslamî ya Îranê tê vexwendin û ligel berpirsên herdu welatan rewşa navçeyê bi giştî gotûbêj dikin.
Yuhena da zanîn ku beşek ji hevdîtin û gotûbêjan li ser peywendiyên İraqê û welatên cîran dibe û herwiha behsa mijara ewlekariyê, pirsa rûbirûbûna terorê û herwiha rewşa aborî jî tê kirin.
Hevdem Serokwezîrê İraqê Heyder Ebadî jî bo Tirkiyê hatiye vexwendin û di hundirê vê hefteyê de serdana wî welatî dike. Di vê derbarê de Endamê Parlamentoya Kurdistanê Aydin Marûf ji BasNewsê re got; ‘’Di encama wê peywendiya telefonî de, Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê İraqê dawetî Tirkiyê kirine.’‘
Li gor agahiyên BasNewsê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê İraqê Heyder Ebadî û Serokê Parlamentoya İraqê Selîm Cibûrî ligel Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicivin.
Basnews
