Şer ji 3 aliyên Kobanî ve dest pê kir
Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Kobanî bi navê Emîd Tofîq Xazyavayî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ji hersê aliyên başûr, başûrê rojhilat û bakurê rojhilat vê sivehê seat 05:00 şer dest pê kir û çekên giran jî tên bikar anîn.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge amaje bi wê yekê kir ku, “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî îro heta niha 4 caran li çeperên DAIŞê dane.”
Emîd Tofîq Xazyavayî wiha got: “Çekdarên DAIŞê heta niha nikarîne ti pêşveçûnan bikin, lê hêzên kurdî roj bi roj pêşve diçin.”
Rudaw
