Serok Barzanî li peywendiyekî telefonî da serxweşiyê li Hemeyê Hacî Mehmûd kir
Serok Barzanî li vê peywendiyê da serxweşiya xwe li birêz Hemeyê Hacî Mehmûd kir û got: "Kurê cenabê we kurê mine, ew hemû pêşmergeyên qehremanê li şerê bergirîkirina li kerameta gelê xwe canê xwe gorî kiriye zarok û gedeyên min û te ne. Her em hemû ji bo şehîdbûna gedeyên qehremanê gelê xwe xemgîn û xwediyê sersaxiyê û hevbeşa xema hevîn".
Her li vê peywendiyê da Serok Barzanî serxweşiyê jî li kesukar û malbata wan hemû Pêşmergeyan kir ku qehremanane xwîna xwe bi navê serbilindiya gelê xwe bexşiye û eve jî dûpat kir ku xwîna şehîdên me bi vala neçe.
