• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî li peywendiyekî telefonî da serxweşiyê li Hemeyê Hacî Mehmûd kir

Gulan Media November 28, 2014 Nûçe
Serok Barzanî li peywendiyekî telefonî da serxweşiyê li Hemeyê Hacî Mehmûd kir
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyekî telefonî da hevxemiya xwe bi birêz Hemeyê Hacî Mehmûd ragihand bi sedema şehîdbûna kurê wî yê mezin ku li bereyên şerê dijî terorîstên Da'îş de şehît bû.

Serok Barzanî li vê peywendiyê da serxweşiya xwe li birêz Hemeyê Hacî Mehmûd kir û got: "Kurê cenabê we kurê mine, ew hemû pêşmergeyên qehremanê li şerê bergirîkirina li kerameta gelê xwe canê xwe gorî kiriye zarok û gedeyên min û te ne. Her em hemû ji bo şehîdbûna gedeyên qehremanê gelê xwe xemgîn û xwediyê sersaxiyê û hevbeşa xema hevîn".

Her li vê peywendiyê da Serok Barzanî serxweşiyê jî li kesukar û malbata wan hemû Pêşmergeyan kir ku qehremanane xwîna xwe bi navê serbilindiya gelê xwe bexşiye û eve jî dûpat kir ku xwîna şehîdên me bi vala neçe.
Top