• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Komara Çek kir

Gulan Media November 28, 2014 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Komara Çek kir
Êvariya do pênçşem 27.11.2014 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Lûbomîr Zawralîk Wezîrê Derveyê Komara Çek û şandekî li gel kir ku ji Tumas Koçta Cîgirê Wezîrê Bergirî û Aleksander Langer Balyozê Komara Çek li Iraq û hejmarek berpirs û şêwirmendên Hikûmeta Çek pêkhatibû.

Li hevdîtinê de ku Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, Wezîrê Derveyê Komara Çek li vê navçeya ku pire li milmilanê û kêşeyan behsa pêşketin û xweşguzeraniya Herêma Kurdistanê kir û eve jî ragihand ku welatê wan gelek bi girîngiyê ve temaşa Kurdistanê dike û bi niyaza asta nûnerayetiyê de jî li nivîsîngeha hemahengiyê bike Konsolxane û li Herêma Kurdistanê veke. Wezîrê Derveyê Komara Çek ji bilî balkişandina li ser êrîşên terorîstan ya ser Kurdistanê palpiştiya Komara Çek bi Serok Barzanî ragihand û eve jî xisterû ku welatê wan amadeye li warên cûda cûda de piştevan û hevkarê hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê bibe û her wiha li warê avadankirin û aboriyê de jî beşdarî proseya pêşketina Herêma Kurdistanê bibe.

Wezîrê Derveyê Komara Çek hewlên Herêma Kurdistanê jî yên di derbarê yarmetîdana koçberan û parastina pêkhatên neteweyî û olî ji êrîşên terorîstan bilind nirxand û daxwaza welatê xwe jî ragihand ku li warê mirovî û yarmetîdana koçberan de li gor şiyanên xwe hevkariya Herêma Kurdistanê bike.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîrê Derveyê Komara Çek û şanda li gel kir û ji bilî balkişandina li ser daxwaza pêşketina li nav gelê Kurdistanê eve jî behs kir ku avadanî û pêşketina Kurdistanê nîşan dide ku eger derfet ji bo gelê me birexsê dikarê pêşbikevê û welatê xwe avadan bike. Serok Barzanî spasî piştgîriya gel û Hikûmeta Çek kir û pêşwazî jî li biryara vekirina Konsolxaneya welatê Çek li bajarê Hewlêrê û berfirehtir kirina peywendiyên di navbera her dû aliyan kir.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî tîşk xiste li ser rewşa emnî û êrîşên terorîstan û eve jî ji bo şanda mîhvan şîrove kir ku gelê Kurdistanê bi dirêjahiya 1500 kîlometir şerê rêxistineke terorîstî ya dirinde dike ku îmkaniyat û çekên dû dewletan li dest daye. Ew rêxistin artêşekî pêkaniye ku pire ji terorîstên biyanî ku li seranserê cîhanê û hemû kîşweran hatine û êrîşî gelê Kurdistanê dikin. Serok Barzanî spasî palpiştiya welatên dostê gelê Kurdistanê kir û tekez li wê yekê jî kir ku ji bo gelê Kurdistanê cihê şanaziye ku Pêşmerge şerê terorîstan dike û bergiriyê li welatê xwe dike û koçber û pêkhatên olî û neteweyiyan jî diparêze. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser rewşa aloz û geşkirina terorê li Sûriye û behsa çûna Pêşmerge ya ji bo yarmetîdana Kobanê kir û ragihand ku li Sûriye tenê gelê Kurd kariye li beranber Da'îş da xweragir bê û êrîşa terorîstan têkbişkîne.

Top