Hevdîtina şandeke wezaretên derve û bergirî yên Almanya ligel Mesrûr Barzanî
Duh roja çarşembiyê şewirmendê Civata Asayîşa Herêşma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke hevbeş a herdu Wezaretên Derve û Berevaniyê ya Almanyayê bi Serokatiya Cîgirê Wezîrê Berevaniy bo karûbarên steratejî, erk û çalakiyan Jeneral Stahil kir.
Di ewê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî ligel bixêr hatinkirina heyeta mêvan, spasiyên xwe jî pêşkêşî gel û Hikûmeta Almanyayê kir ku kariye hevkariya Hêzên Pêşmerge bike û her wiha hêviya vê yekê jî xwest ku civaka cîhanî zêdetir hevkariya Hêzên Pêşmerge bike.
Li hember de jî heyeta Almanî eşkere kir ku Almanya hevkariyên xwe yên bo Hêzên Pêşmerge didomîne.
Şanda mêvan her wiha ecîbmayîbûna xwe ya li hember qehremanî û berxwedana û canfedayiya Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de diyar kir û got: Kurd û Hêzên Pêşmerge hêza yekanen ku kariye li di qadên şer de şerê terorîstan bike û di vê şerê de jî serkeftinên baş bidest bixe.
Şanda Almanî eşkere kir ku erkê civaka cîhaniye ku hevkariya Kurd bike û tekez li ser vê yekê kir ku pêwîst e hevkariyên han di her warî de bin bi taybetî di warê karûbarên pêwîst yên leşkerî de ev hevakriyên han werin zêdetirkirin.
Di berdewamiya hevdîtina han de Şewirmendê Civata Asayîşa Herêşma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa ew asteng û arîşeyan kir ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bo gehandina hevkariyên han bo Hêzên Pêşmerge çê kiriye û got: “Li gor destûr pêşmerge beşeke ji hêzên parastina Iraqa Fedral lê Bexda, ne tenê erkên xwe yên destûrî yên li hember Hêzên Pêşmerge bicîh neaniye belku pêşiya gehandina hevkariyan jî bo Hêzên Pêşmerge girtiye û ev yek jî binpêkirina berçav ya destûra bingehîn a Iraqê ye.”
Di dawiya hevdîtina han de şanda mêvan tekez li ser vê yekê kir ku Almanya wê zêdetir di warê perwerdehiya leşkerî de hevkariya Hêzên Pêşmerge bike jiber ku Almanya bi girîngî li rola Hêzên Pêşmerge bo têkdana terorîstan dinere.
