Fuad Husên: Me daxwaza Helîkopterên Apaçî kir
Li gorî zanyariyên rojnameyeke amerîkî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand: “Êrişên asmanî li dijî DAIŞê ne bes in û divê hêzeke bejayî baş amadebûyî hebe, ji bo ku li hemberî DAIŞê derkeve.”
Fuad Husên, li ser çekdarkirina eşîretên sunne wiha got: “Ew hizreke baş e, lê ew nikarin “Hêzên Zêrevanên Niştimanî” li navçeyên di bin destê DAIŞê de deynin.”
Li ser mijara serxwebûnê jî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê got: “Herêma Kurdistanê dest ji hizra serxwebûnê bernade, lê niha rûbirûbûna DAIŞê berî her tiştî tê.”
Li ser kontrolkirina Mûsilê jî Fuad Husên tekez kir ku, “Bêyî wergirtina çekên pêşketî, ew nikarin beşdariyê di kontrolkirina Mûsilê de bikin, divê helîkopterên Apaçî û otomobîlên serbazî yên pêşketî û mûşek û qenas ji bo Hêzên Pêşmerge bêne dayîn.”
Rûdaw
