Osman Baydemir: Pêwîstiya Kurd bi gotarek hevbeş heye
Osman Baydemir di çavpêkeftineke taybet li gel Xendanê diyar dike ku niha derfetekî baş û mezin bo gelê Kurd derketiye pêş û pêwîste serkirdayetiya siyasî a Kurd karê cidî bo bi destxistina destkeftên mezin bikin.
Baydemir got jî: DAIŞ metirsiyekî mezine li ser Kurd, di heman demê de jî xala hişyariyê bû bo yekxistina gotara siyasî a Kurd ku li ser berjewendiyên hevbeş gîhandin hev.
Baydemir dibêje: Piştî peymana Sayks Bîko a 1916`an ku nexşeya welatên navçeyê darişt, eve yekemîn derfeteke dinê ku derketiye holê ku guherînên mezin dê bi xwere bîne û nexşeya navçeyê jî dê bi xwere biguhere.
Amaje bi wê yekê jî kir ku: Bi bê hebûna gotarekî siyasî ya Kurdî li ser astê her çar parçeyên Kurdistanê vê carê jî Kurd dê bê destkeft bimîne.
Xendan
