• Monday, 16 February 2026
logo

Rojane zêdeyî 500 hezar bermîl petrol tê firotin

Gulan Media November 27, 2014 Nûçe
Rojane zêdeyî 500 hezar bermîl petrol tê firotin

Niha Herêma Kurdistanê petrola Kerkûkê jî ligel rojane zêdeyî 500 hezar bermîl petrol difroşe, beşa wê petrola ku pereyên wê ji İraqê re diçin tevlî petrola Kerkûkê tenê 150 hezar bermîl e.

Li gor beyannameyeke Komisyona Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin, niha rojane ji Kerkûkê 250 hezar bermîl û Herêma Kurdistanê jî zêdeyî 300 hezar bermîl petrol di rojekê de difroşe. Ji wê petrola ku tê firotin tenê pereyên 150 bermîl petrol bi rêya şirketa SOMO’yê ji İraqê re diçin.

Di vê derbarê e Serokê Komisyona Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê Şêrko Cewdet ji BasNewsê re got: ‘’Petrola ku tê hinardekirin a Herêma Kurdistanê rojane 300 hezar bermîl e, herwiha di bernameyê hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye ku heta dawiya îsal rojane 450-500 hezar bermîl petrol hinarde bike.’‘

Lê çavkaniyeke agahdar ji firotina petrola Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re diyar kir ku niha Herêma Kurdistanê 300-350 hezar bermîl petrol dişîne derve. Hevdem Cîgirê Serokê Komisyona Çavkaniyên Xwezayî Dilşad Şaban jî da zanîn ku Herêma Kurdistanê ji petrola Kerkûkê rojane 150 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê dike.

Şaban wiha axifî: ‘’Mehek dibe hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya biroya petrolê ya Herêma Kurdistanê dest pê kiriye û ji wê petrolê jî rojane 150 hezar bermîl petrol radestî Bexdayê tê kirin, ji ber niha petrola Herêma Kurdistanê û Kerkûkê bûye yek û tenê ji Kerkûkê rojane nêzîka 250 hezar bermîl petrol tê hinardekirin.

Basnews
Top