• Saturday, 16 May 2026
logo

Hêzên gerîla ji Celewla vekişiyan

Gulan Media November 27, 2014 Nûçe
Hêzên gerîla ji Celewla vekişiyan

Berpirsê Hêzên Parastina Gel (HPG) li sînorê Mexmûr û Kerkûkê ragehand ku piştî bidawîhatina erkê wan li bajarokê Celewla li ser daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) vegeriyane cihê xwe yên berê li başûrê Kerkûkê.

Di vê derbarê de Fermandeyê HPG’ê li sînorê Mexmûr-Kerkûkê Egîd Kelarî ji BasNewsê re got: ‘’Piştî bidawîbûna erkên me di operasyona azadkirina bajarokê Celewla de, li ser daxwaza YNK’ê roja Sêşemê em ji bajarok vekişiyan û me wêneyê xwe yê dawî jî di vegerê de li ser keleha Şêrwane girt.’‘

Kelarî wiha axifî: ‘’Hêzên me êvara 22.11.2014 li ser daxwaza YNK’ê gehiştin eniya Celewla û erkê me jî azadkirina bazgeha deriyê bajarok û bazarekê bû, me jî erkê xwe gelekî bi başî cîbicîh kir. Herwiha ew gotegot jî nerast in ku dibên HPG beşdarî şer nebûye û hêzên me ji aliyê Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Ednan Heme Mîna ve hatin pêşwazîkirin.’‘

Kelarî da zanîn ku niha jî di amadebaşiyê de ne û her erkek bi wan were rasipardin amade ne bikin.

Basnews
Top