Malikî hewl dide rêkeftina Hewlêr û Bexdayê hilweşîne
Çavkaniyeke taybet ji Bexdayê agahî dan BasNewsê û got: ‘’Hewldanek ji aliyê Nûrî Malikî û çend parlamenterên Lîsta Dewleta Yasa ve di rojevê de ye daku zextê li Wezîrê Petrola İraqê Adil Ebdulmehdî bikin û rêkeftina Hewlêr û Bexdayê were hilweşandin, hincet jî ew e ku şandina petrola Kerkûkê bo Bexdayê neyasayî ye.’‘
Derheqa heman mijarê de Biryardera Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê Hîva Hacî Mîrxan ji BasNewsê re wiha axifî: ‘’Agahî gehiştine me ku Malikî û çend kes ji Lîsta Dewleta Yasa hewl didin û dixwazin rêkeftina Hewlêr û Bexdayê were hilweşandin, herwiha astengiyan jêre çêdikin, lê Adil Ebdulmehdî kesekî profesyonel e û zexmete bikeve bin bandora wan.’‘
Hîva Hacî Mîrxan wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Nerazîbûna aliyên nêzîkî Nûrî Malikî li ser petrola Kerkûkê, netîceya bêhêvîtiyê ye, ji ber şandina petrola Kerkûkê bi rêya Kurdistanê bo Tirkiyê bê çiqas fêdeya wê bighe Kurdistanê hewqasî jî digihe İraqê. Niha boriyên petrolê yên İraqê di bin kontrola DAİŞ’ê de ne û İraq nikare bi wan boriyan petrolê bişîne, eger bi rêya Bexda jî petrola Kerkûkê bê şandin divê ew petrol bo parzemîna Efrîqa bê şandin û piştre biçe kendava Swîs û evna jî gelek pere lê diçin.’‘
Hîva Hacî tekez kir ku li gor medeyên destûrî Kerkûk niha Kurdistanî ye, Artêşa İraqê ji ber şer ew bajar vala kiriye, niha Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê Kerkûkê diparêzin û ji bo vê parastinê jî gelek xwîn dane.
Basnews
