• Monday, 16 February 2026
logo

Hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê kom dibe

Gulan Media November 27, 2014 Nûçe
Hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê kom dibe
Wezîrên Derve yên welatên endamê hevpeymaniya navdewletî ya di bin rêvebiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, hefteya bê li Brukselê dê mijara tîkoşîna li dijî DAIŞê gotûbêj bikin.

Wezîrên Derve yên welatên endamê hevpeymaniya navdewletî ya ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê hatî damezrandin, cara yekemîn e ku dê komcivînekê pêk bînin.

Li gorî agahiyên Reutersê 60 wezîrên dervê yên dewletên ku tevlî hevpeymaniya navdewletî bûne li paytexta Belçîka, Brukselê dê hefteya bê dê kom bibin.

Rêvebiriya civînê dê Wezîrê Derve yê DYAyê John Kerry bike. Di civînê de pêşketinên li dijî DAIŞê yên ku heta niha, dê bên nirxandin û hewl û pêşhatên siyasî dê bê gotûbêjkirin.

Li gorî agahiyên ku dîplomatan dayîn, civîn dê li navenda NATOyî pêk bê, lê NATO beşdarî civînê nabe.

Fikra hevpeymaniya navdewletî Barack Obama anibû ziman. Awusturalya, Birîtanya, Kanada û Fransa li dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê piştevaniya êrîşên asmanî dikin.

Erebistana Siûdî, Katar, Ûrdin, Bahreyn û Emîrikên Ereb yên Yekgirtî jî beşdarî hin êrişên asmanî dibin û alîkariya lojîstik dikin.

Rudaw
Top