Serdana wezîrê derveyê Sûriyê bo Rusya
Welîd Muelim ku doh bi hevaltiya Şêwirmenda Siyasî ya Serokê Sûriyê Buseyna Şeban û Cîgirê Wezîrê Derve Feysel Mîqdad gihîştine Libnanê, îro serê sibehê ji balafirgeha Beyrûtê ya Libnanê ber bi Rûsyayê birê ketin.
Li gora medyaya libnanî ya nêzîkî Hizbulla, şanda hikûmeta Sûriyê tu bîr û pêşniyarên nû ligel xwe nebirine Moskow û tenê dixwaze bipirse bê ew aliyê dijbereya Sûriyê kî ye ku dikare li ser erdê rolekê bilîze.
Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Rûsya, Muelim wê derbarê pêşniyara Şandeyê Neteweyên Yekbûyî (NY) Steffan De Mistura de gotûbêjan bike.
De Mistura pêşniyar kiriye ku şer di navbera artêşa Sûriyê û hêzên dijbereya Sûriyê de li hin navçeyên wek Helebê were rawestandin.
Hat gotin ku, Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim wê ligel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bicive.
Wezareta Derve ya Rûsya her wiha got ku, ew amade ye ku mêvandariya danûstandinên di navbera hikûmet û dijbereya Sûriyê de bike
