• Monday, 16 February 2026
logo

Peyva serokwezîr di merasima kampaniyaya berhingarbûna şideta li dijî jinan

Gulan Media November 26, 2014 Nûçe
Peyva serokwezîr di merasima kampaniyaya berhingarbûna şideta li dijî jinan
Amadebûyên birêz
Dema we baş

Destpêkê bi germî bixêrhatina we hemûyan dikim, sipas ji bo amdebûna we di vê merasima ragehandina kampaniyaya du hefteyî ji bo berhingarbûna şideta li dijî jinan. Ez kêfxweş im digel we yên birêz di destpêka çalakiyên va du heftiyan de beşdar bim. Bi xêr bên.

Berî ez gotinên xwe dest pê bikim, ez dixwaz im li vir di vê merasima birêz de silav, hurmet û xweşewîstiya xwe pêşkeşî wan qaremanan bikim yên ku îro li bereyên cengê de ne û ji bo bergirîkirina Kurdistanê têdikoş in. Ew pêşmergeyên mêrxas, her ji Kobanî heta Celewla û Sadiye, îro di nav şerê bergiriyê de ne û ji bona bergirîkirin ji xelkê Kurdistanê berxwedanê dikin. Em silavan ji bo wan mêrxasan dinêrîn û bejna xwe bo wan pêşmergeyên di rêya bergirîkirina welatê me de şehîd bûne ditewîn in. Em bîra wan şehîdan dikin, daxwaza çakbûnê ji bo birîndarên vî şerî dixwaz in. Em hêvîdar in bi alîkariya hemû aliyan welatê xwe ji vê rewşa tê de ye derbas bikin.

Îsal em di rewşeke cuda da vê kampaniyayê radigehîn in ku, ji sedema êrîş û tawanên terorîstan jin, bi tayabetî li wan deverên ketine ber êrîşên terorîstan, di rewşeke dijwar û di haletekî nefsî û însanî giran de ne û ew bûne qurbanên şideteke bêtixûb.

Birêzan

Piştî êrîşên hoveneyên DAÎŞ ew rewşa nearama li deverê dirust bû, gelek xelk koçber bûn. Gelek kesan kur û kesûkarên xwe yên ezîz winda kirin. Hijmarek ji keç û jinan hatin revabdin. Raste herêma Kurdistanê karî xwîşk û birayên koçber ji êzidî, mesîhî, misilman, şebek, kakeyî, turkmen, kurd û ereb hewandin, lê rewşeke taybet hate holê ku, miamileke taybet û cuda jê re pêwîst bû.
Nuha hijmareke zêde ya koçber û penaberan, nêzîkî yek milyon û pênc sede hezar kes dibin, li herêma Kurdistanê hene. Xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê bi îmkanên xwe û bi alîkariya navdewletî, heta dereceyekê, karî kampên akincîbûnê bo wan xwîş û bira ava bike. Di nav gelek kampan de zarokan dest bi dibistanan kiriye û em lêdixebitin rewşa wan normal bikin, lê êş û azarên wan bi dawî nehatine, divê em li ser rûbirûbûna şidetê li bereyên şer, li nav mal û cîyên giştî de berdewam bin û sar nebin.

Her ji destpêka vê rewşa ne normal, me ji bo aramkirina rewşê, ji bo dabînkirina aramî, azadî û parastima mafan, wek mafên ferd û weke mafên netewe, bi cidî kar kir. Jin hertim qurbaniya yekemîn ya cengan bûye. Hêza tarî û terorîstên DAÎŞ, jinan weke stratejiya ceng bikar tînin û mezintirîn tawanên cengê li hember jinan kirine. Em ku, îro kampaniyaya rûbirûbûna şideta li dijî jinan ya îsal radigehîn in, em hevsozî û hevxemiya xwe bo wan jinan dupat dikin.

Em, jinên Kurdistanê dilrehet dikin ku em dê li ser xebata dijî ceng û şidetê ji bona dabînkirina maf û azadiyan, ji bo jin û mêran bi wekhevî, berdewam bin. Hemû binpêkirinên li hember jinan, çi li nav mal û çi li bereyên cengê be, binpêkirina mafê mirovî ye. Bi rêya ragehandina vê kampaniyaya îsal, em tekîdê li ser bawerî û qenaeta xwe ya di warê parastina mafê mirovî û zêdetir geşepêdana pirosesa demokrasiyê li Kurdistanê dikin.

Birêzan

Em ku, îro ji bo ragehandina vê kampaniyayê li vir civiyane, ji hunavên xwe hest bi êş û azarên wan jinan dikin yên ku, di êrîşên hovaneyên DAÎŞê de hatine revandin û kirine kole û bi awayekî nemirovane miamile pê re dikin ku, ew tawan dikevin nav bazineyê tawanên ceng û jênosîdayê de. Dosyeya wan xwîşkên me yên êzidî her ji destpêkê cîyê giringîpêdana me bûn, me gelek tedbîr wergirtin. Armanca me ji van karan rizgarkirin û hevkarîkirina wan jinên ezîz bû daku bo nav jiyana xwe ya normal û bo nav mal û civakê vegerin.

Hindek ji wan jinan hatine rizgar kirin û ev yek jî cîyê dilxweşîyê ye, lê armanca me ji vê yekê gelek mezintir e û em dizanin pêdawîstiyên wan jî, bi taybetî di warê nefsî de, gelek pêtirin ji hindê ku heta nuha kar ji bo hatiye kirin. ji ber hindê em îro li vir dupat dikin ku, em dê li ser karên xwe berdewam bin.
Me ji bo bijênosîdanaskirina dosyeya xwîşk û birayên xwe yên êzidî gelek kar kiriye. Ev yek jî ji bona dabînkirina edaletê, tezmînat û parastina wan. Ji ber ku ya li hember wan hatiye kirin li gor pênaseya navdewletî a jênosîdayê, ji bo jinavbirina bikom ya xwîşk û birayên me yên êzidî êrîşek sîstematîk û hedevzan bû.

Her di vê rojê û di vê minasibetê de, hizra me li cem wan jin û xwîşkên mesîhî ye ku, li deverên weke Deşta Nînewa, Mûsil û derdûrên wê û deverên din, bi neçarî terka mal û milkên xwe kirin û ber bi herêma Kurdistannê koçber bûn. Em hest bi êş û azarên koçberiya wan jî dikin.

Şok û êşeke din ya dijwar a vê tawanê û êrîşa terorîstan, ew birîna kûr û parçebûna civakê bû ku, bi sedan salan di kultura wekhevî, pêkvejiyan, aşitiya civakî ya pêkhateyên olî û neteweyî dirust bibû. Herifîna pirên bawerîyê di navbera du cîranan de ku, xwedî du bawerî û du olên cuda bûn û bi sedan salan bi hev re dijîn, lê gelek mixabin, her ji yekem têkçûna rewşê, ji nişka ve dawî bi wê pêkvejiyana dêrîn hat û ya ku bi serê xelkê wê deverê de hatî ji hemû karekî mirovî dûr bû.

Xwîşk û birayên birêz

Eşkere ye ku, jina kurd bi dirêjahiya dîrokê li hember gelek awayên şidet û derdeseriyan rû bi rû bûye, lê hertim li ser lingên xwe rawestaye û neketiye. Îro jina kurd, weke mînak li Kobanî, li hember hêza DAÎŞê rû bi rû dibe. Li vir li herêma Kurdistanê, jin bi eynî awayî xebatê dike, lê diyare li gor cudahiya rewşê, xebata jinan li vir cudahiya xwe wergirtiye.
Li herêma Kurdistanê jin bi awayekî çalak beşdariyê di karê siyasî, parlamentoyî, rêxistinî û pîşeyî de dikin. Bi hewil û îmkanên xwe û bi piştgiriya hikûmetê jî, kariye rêjeya kota li parlamentoyê bi 30% dabîn bikin. Ez kar dikim û bi hêvî me ku, ew kota di nav kabîneya hikûmetê jî de, di paşerojê de, reng bide.

Ji bilî vê jî, jinan bi hêz û îmkanên xwe di destkarîkirina yasayên Îraqê de hevkar bûn, weke mînak, wan karî pirjiniyê tixûbdar bikin, şideta bi hêceta şerefê, bi rêya yasaya berhingarbûna şideta malbatî, weke tawan pênase bikin û dadgehên taybet bi şidetê biger bixin. Ev hemû destkeftin û bi xebat û qurbaniyên jinên Kurdistanê bi dest ve hatine. Em van xebatan bilind dinirxîn in û weke desthilata cîbicîkar û kargêrî li herêma Kurdistanê, ji bo zêdetir çespandina maf û azadiyan û pêşxistina pirosesa demokrasî li welêt, li ser xebat û karên xwe berdewam dibin. Ji bona em bigehin vê astê divê em li nav malbatê, cîyê kar û meydanên cengê berhingarî şidetê bibin. Ev kampaniyaya em îro radigehîn in, tekîdkirine li ser wê bawerî û pabendiya me bi vê pirosesê ye.

Ez kêfxweş im ku, li gor şopandina vê pirsê û li gor statistîkan kuştin û xweşewitandinê li her sê wîlayetên herêma Kurdistanê kêm kiriye. Jin hişiar bûye û mafê xwe dizane û serdana bingeh û ofîsên polîs û rêvebiriyên din dikin û şikayetê li dijî tawanbaran tomar dikin. Em bi rêya Komîteya Çavdêrîkirinê û Civata Balaya Karûbarên Xaniman û rêvebiriyên wan re kar dikin daku, edalet cîyê xwe bigire û mafê jinan bi tu awayî neyê binpêkirin.

Pêştir min îşaret bi guhertina qanûnên li herêma Kurdistanê kir, ez ji we re naveşêr im ku, di cîbicîkirina qanûnan de, em rû bi rûyê tehedaya bûn, lê me ji bo nehêlana wan tehedayan kar kir, ev yek jî bi rêya hişiyariya giştî li ser astê dadwerî, polîs, xwendingeh û zanîngehan bû. Lê hêşta teheda li pêşiya me hene, heta em bigehin serkeftinê vê pirosesê pêwîstî bi hevkariya hemû aliyan heye.
Karkirina me ji bona berhingarbûna şidetê, xebate dijî hemû hêzên hov û tarîk, çi li bereyên ceng be, çi li nav mal û hemû kojyekê vê Kurdistanê be ye. Demeke me ev xebat dest pê kiriye û me destkeftî jî bi dest anîne, lê armanca me eve ku, şidetê binbir bikin, ji ber ku, heta jin di bin zolm û bindestiyê de bijît, bi tu awayî civak bextewer nabe.

Li dawiyê serkeftinê bo hemû aliyan dixwaz im. Em li vir bo dema du heftiyan vê kampaniyayê radigehîn in, lê bila ji bîra me neçe ku, xebata me rojane ye û divê hertim di amadebaşiyê de bin ji bo nehêlana binpêkirinan û berhingarbûna şidet û bindestiya mirovî. Binpêkirina mafê jinan, binpêkirina mafê mirovî ye û divê li welatê me xebat ji bona nehêlana binpêkirina mafê jinan bê kirin. Em hemû bi hev re ji bo avakirina civakeke bêşidet û ji bona bidestveanîna civakeke xalî ji şideta dijî jinan, kar bikin.

Gelek sipas

Top