Li Bendava Mûsilê 100 terorîst hatine kuştin
Hêzên pêşmerge li bendava Mûsilê zêdetir ji 100 terorîstên DIŞIê kuştin.
Di vê derbarê de jêderek ji nav hêzên pêşmerge belav kir ku şeva derbasbûyî hijmareke terorîstên xwekuj yên DIŞIê êrîşî ser hêzên pêşmerge li devera gundê Sehlec ya li mihwera bendava Mûsilê de kirin lê hêzên pêşmerge karîn bi tundî bersifa êrîşê wan terorîstên xwekuj bidin.
Jêderê han anî ziman ku di encama êrîşên han de şer û pevçûn di navbera hêzên pêşmerge û terorîstên DIŞIê de qewmiye û di encama şerê han de hêzên pêşmerge zêdetir ji 100 terorîstên DIŞIê kuştine û leşê 50 terorîstan di destê hêzên pêşmerge dene.
Jêder behsa vê yekê jî kir ku piraniya wan terorîstên ku hatine kuştin biyanî ne û herwiha 9 tirimbîlên terorîstan jî yên Hummer hatine şewtandin.
