Kurekî Sekreterê giştî yê PSDK’ê şehîd bû
Li eniya Tilwerd, kurekî Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) bi navê Eta hat şehîdkirin.
Li gor agahiyên BasNewsê, îro li eniyên şerê dijî DAİŞ’ê kurê mezin ê Sekreterê Giştê yê PDKS’ê Mihemed Hacî Mehmûd bi navê Eta hat şehîdkirin.
Hêjayê gotinê ye piştî şehîdbûna kurê xwe, Mihemed Hacî Mehmûd ku ji destpêka şerî li dijî DAİŞ’ê ve li eniya Kerkûkê ye, ligel cenazeyê kurê xwe venegeriya ye û di şer de ye.
Di vê derbarê de Endamê Polîtburoya PSDK’ê Hakim Rizgar ji BasNewsê re got: ‘’Di şerê Tilwerd de kurê Sekreterê Giştî yê PSDK’ê Eta Mihemed Hacî Mehmûd şehîd bûye. Herwiha yek ji hîmayeyên Mihemed Hacî Mehmûd jî birîndar bûye.’‘
Basnews
