• Monday, 16 February 2026
logo

Hêzên xurtkirinê gihîştin Kerkûkê

Gulan Media November 26, 2014 Nûçe
Hêzên xurtkirinê gihîştin Kerkûkê
Hêzên Pêşmerge ragihand ku hêzên xurtkirinê piştî ku gihîştin li eniyên şerî yên li herêma Kerkûkê dest bi êrîşan kirin.


Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê Huner Ehmed ragihand ku hejmarek zêde yekîneyên Hêzên Pêşmerge gihîştine başûrê Kerkûkê û li wê derê dest bi êrîşên li dijî rêxistina DAIŞê kirine.


Cîgirê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Enver Hecî Osman ji Rûdawê re diyar kir ku Hêzên Pêşmerge ji çar aliyan ve dest bi êrişa kirine. Osman da zanîn ku gundê Til Werid dîsa ji destê DAIŞê rizgar kirine.


Fermandarê Hêzên Pêşmerge yê li Kerkûkê Westa Rasup jî ji Rudawê re piştrast kir ku gundê Til Werid ji çekdarên DAIŞê haiye paqij kirin.


Fermandarê Eniya Rojava yê Kerkûkê Kemal Kerkûkî di daxuyaniya malpera partiya xwe de weşandî de diyar kiribû ku şerekî giran li çend aliyan di navberan wan û rêxistina DAIŞê de berdewam e û Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê pir nêzîkî hev in û gotibû, “Rêxistin dê ji herêmê bê derxistin.”


Îro serê sibehê şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê li gundê Til Werid, Mekteb Xalîd, Mele Ebdulla yên girêdayî parêzgeha Kerkûkê dest pê kiribû.


Kontrola Gundê Til Werid ketibû destê çekdarên DAIŞê.


Pêyamnerî me gotibû, “Çekdarên DAIŞê dixwazin xwe nêzîktir Hêzên Pêşmerge bikin û xwe bi wan ve biteqînin”

Rudan
Top