‘Barzanî îspat kir ku Kerkûk Kurdistanî ye’
Endamê Hevpeymaniya Niştimanî Salih Hisnawî ji malpera Eyn İraq News re wiha axifî: ‘’Axaftinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li beramber Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li Hewlêrê ku got; ‘Em ligel Bexdayê rêkeftin li ser wêya ku Herêma Kurdistanê 150 hezar bermîl petrola Kerkûkê bide Bexda û li beramber jî Bexda wek destpêk hinek pereyan bişîne Kurdistanê’, razîbûna Wezareta Petrolê ya İraqê ye li beramber vê biryarê ku derxist petrola Kerkûkê bûye milkê Herêma Kurdistanê û difroşe İraqê.’‘
Hisnawî wiha dibêje: ‘Dema hikûmeta İraqê ji sedî 17 butçeya Kurdistanê daye ku dike 17 milyar dolar, yek bermîl petrol bi 8 dolaran hatiye firotin.’‘
Basnews
