• Monday, 16 February 2026
logo

‘Barzanî îspat kir ku Kerkûk Kurdistanî ye’

Gulan Media November 26, 2014 Nûçe
‘Barzanî îspat kir ku Kerkûk Kurdistanî ye’
Endamê Hevpeymaniya Niştimanî Salih Hisnawî bal kişand ser rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê û got: ‘’Wê rêkeftinê îspat kir ku Kerkûk Kurdistanî ye.’‘

Endamê Hevpeymaniya Niştimanî Salih Hisnawî ji malpera Eyn İraq News re wiha axifî: ‘’Axaftinên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li beramber Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li Hewlêrê ku got; ‘Em ligel Bexdayê rêkeftin li ser wêya ku Herêma Kurdistanê 150 hezar bermîl petrola Kerkûkê bide Bexda û li beramber jî Bexda wek destpêk hinek pereyan bişîne Kurdistanê’, razîbûna Wezareta Petrolê ya İraqê ye li beramber vê biryarê ku derxist petrola Kerkûkê bûye milkê Herêma Kurdistanê û difroşe İraqê.’‘

Hisnawî wiha dibêje: ‘Dema hikûmeta İraqê ji sedî 17 butçeya Kurdistanê daye ku dike 17 milyar dolar, yek bermîl petrol bi 8 dolaran hatiye firotin.’‘

Basnews
Top