• Monday, 16 February 2026
logo

Husên: Tirkiyeyê çek ji Hêzên Pêşmerge re şandine

Gulan Media November 26, 2014 Nûçe
Husên: Tirkiyeyê çek ji Hêzên Pêşmerge re şandine
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand ku, Tirkiye çek û hevkariyên leşkerî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kirine.

Fuad Husên di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Hurriyet Daily ragihand: “Tirkiyeyê Hêzên Pêşmerge perwedeya leşkerî kiriye û alîkariyên leşkerî jî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye.”

Derbarê pirsa ku, gelo çekên sivik yan giran ji Herêma Kurdistanê re şandiye, Husên wiha bersivand: “Tirkiye alîkariyên leşkerî ji me re şandiye, lê hîna çekên giran ji me re nehatine şandin. Em hêvîdar in ku di demeke nêzîk de ji me re bişînin.”

Herwiha Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku 230 Pêşmerge ji aliyê artêşa Tirkiyeyê hatine perwerdekirin.

Derbarê şandina Hêzên Pêşmerge bo Kobanî, Fuad Husên di wê hevpeyvînê de wiha got: “Enqere pêşniyar kir ku Hêzên Pêşmerge biçe Kobanî û li wir tevlî şerê li dijî DAIŞê bibin.”

Derbarê gotûbêjên beriya çûna Pêşmerge jî, Husên tekez dike ku, şandina Hêzên Pêşmerge bo Kobanî di 3 qonaxan de derbas bû, di serî de Amerîka û Tirkiyeyê, piştre Amerîka û Herêma Kurdistanê û piştre Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê jî gotûbêj pêk anîn. Herwiha pêş şandina wan li bajarê Dihokê hersê alî civiyan û biryara dawî li ser şandina Hêzên Pêşmerge bo Kobanî dan.

Derbarê rêkeftina wan ligel Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî, Fuad Husên wiha got: “Ez bi xwe ligel PYDê rûniştim, di serî de tenê daxwaza çekan kirin, me jî ji wan re got, pêwîstiya çekan bi şervanên ser wan çekan heye.”

Husên wiha domand: “Tevî ku em li ser şandina 200 pêşmerge rêkeftibûn, lê PYDê rijid bû ku tenê 150 pêşmerge biçin Kobanî.”

Derbarê şandina hêzên din bo Kobanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku rewşa Kobanî biryarê li ser şandina hêzên zêdetir dide.

Rudaw
Top