• Monday, 16 February 2026
logo

Li Qeretepe Pêşmergeyan 40 gund ji DAIŞ`ê paqijkirin

Gulan Media November 26, 2014 Nûçe
Li Qeretepe Pêşmergeyan 40 gund ji DAIŞ`ê paqijkirin
Îro, Çarşemê, danê sibehê di operasyoneke berfireh a Pêşmerg û artêşa Iraqê û grûpên Şîe de bo ser gundên sînorê Qeretepe, karîbûn 40 gundî ji dest çekdarên DAIŞ`ê rizgar bikin.

Çavkaniyeke leşkerî li navçeya Qeretepe ji BasNewsê re got:“ Di êrîşeke Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de bo ser navçeya Hemrînê ku, xala dawiya sînorê Herêma Kurdistanê ye, paşvekişîn bi çekdarên DAIŞ`ê kirin“.

Herwiha wê çavkaniyê got:“Di çarçoveya wê opersayonê de 40 gund ji çekdarên DAIŞ`ê paqijkirin û heta niha Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di êrîşkirin bo ser pêgehên çekdarên DAIŞ`ê de yên li sînorê qezaya Qeretepe berdewamin“.

Basnews
Top