Li kerkûkê şer pir girane .!
Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê Huner Ehmed ragihand: “Çekdarên DAIŞê ji çend aliyan êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge û niha Pêşmerge jî bersiva wan dide.”
Huner Ehmed da zanîn ku, “Hêzên Pêşmerge çend êrişekî çekdarên DAIŞê li gundê Mele Ebdula têk birin û şerekî giran jî li çend aliyan di navberan wan de berdewam dike.”
Peyamnêrê Rûdawê wiha domand: “Hêzên Pêşmerge otomobîleke bombekirî, beriya ku biteqe, têk birin.”
Ehmed wiha got: “Hêzên Pêşmerge bi çekên giran çeperên DAIŞê dide ber bombeyan û li hinek cihan jî Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê tenê 50 metir ji hev dûr in.”
Rudaw
