DAIŞê cardin komek jinên kurd ên êzîdî revand
Îro danê sibê li gundê Koço li devera Şingalê çekdarên DAIŞê sê otomobîl tijî jin û keçên kurd ên êzîdî kirine û revandine.
Endamê Lêjneya Çavdêriya Rizgarbûna Jinên Kurd ên Êzîdî, Xidir Dumlî ji Rûdawê re got, çekdarên îro danê sibê li gundê Koço sê otomobîl tijî keç û jinên kurd ên êzîdî kirine û bi xwe birine.
Xidir Dumlî anî ziman ku her çiqas pêwendî bi wan re kiriye nekariye ti agahiyekî li ser wan bidest bîne û diya kir, nayê zanîn ka ew keç û jin birine derveyî Iraqê yan na.
Rudaw
