Kempîne dijatî kirina tundûtîjiya dijî jinan destpê kir
Bi amade bûna Serokwezîrê Kurdistanê kempîne dijî tundûtîjiya dijî jinan destpê kir.
Îro li Hewlêrê bi merasimeke fermî bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî, çendîn wezîrên din yên hikûmetê û Seroka civata bilind ya karûbarên jinan xatû Pexşan Zengene û çendîn aliyên din yên tikildar kempîneke 16 roje bo dijatî kirina tundûtîjiya dijî jinan destpê kir.
Di destpêka merasima han de Seroka civata bilind ya karûbarên jinan Pexşan Zengene peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya kempîna han.
Di berdewamiya merasima han de Serokwezîrê Kurdistanê jî peyvek pêşkêş kir û hevdem li gel pêşkêş kirina silavên xwe bo hêzên pêşmerge yên Kurdistanê ên ku ji Kobanê heta Sediye di sengerên şerê dijî terorîstên DIŞIê deye, behsa girîngiya kempîna han kir û got: Pêwîste em bi tenê bi yek kempîn ranewestin û lazime têkoşîna me ya li dijî tundûtîjiya dijî jinan de her warekî de bidome.
Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku lazime her yek ji me di nava malên xwe de destpê bikin û heta digehêje nava civakê dijatiya tundûtîjiya dijî jinan bikin.
