• Monday, 16 February 2026
logo

Rêya Rojava ji Hewlêrê derbas dibe

Gulan Media November 25, 2014 Nûçe
Rêya Rojava ji Hewlêrê derbas dibe
Tê ragihandin ku serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoğlu ya Hewlêrê, ji serdaneke rûtîn bêtir, ji bo, ji nû ve geşkirina têkiliyên Enqereyê yên ku ji ber helwesta wê ya DAIŞ’ê bi Rojava re şkestinek xwaribû ye.

Ahmed Davutoğlu’yê di dema ku DAIŞ’ê sinyal dida ku wê bibe aktorê herî belakir ê Rojhilata Navîn Wezîrê Karên Derve bû, wek mesûlê pirsgirêkên Tirkiye yên polîtîkaya derveyî, bi tûndî hate rexnekirin. Li gor hin analîzan tê gotin ku Davutoğlu’yê ku niha Serokwezîr e, hewl dide ku ew têkiliyên ku şkestin xwariye bi ser Hewlêrê ve, ji nû ve bigeşîne.

Tirkiye, bi Hewlêrê re vedigere dinyayê!

Davutoğlu roja îniyê, piştî ku li Bexdayê bi Serokkomar Fûad Masûm, Serokwezîr Haydar Îbadî, Serokparlaman Selîm Abdula Cûbûcî, Cîgirên Serokkomar ên sunne û şîa Ûsame Nûceyfî û Îyad Alavî, Serokê Lijneya Bala ya Îslamê Emmar El-Hekîm, Wezîrê Karên Derve Îbrahîm Caferî, Wezîrê Darayî Hoşyar Zebarî û parlemanên Tirkman re hevdîtinan pêk anî derbazî Hewlêrê bû.

Davutoğlu, li Frokexaneya Hewlêrê ji alî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin. Davutoğlu, piştî bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî çû serdana Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî. Piştî hevdîtinê, Barzanî û Davutoğlu bi daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê di derbarê hevdîtinê de raya giştî agahdar kirin. Davutoğlu, ji bo kesên ku çend roj berê di rûdana teqîna li Hewlêrê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û got: “Ev êrîş jî diyar dike ku li Iraqê babeta herî grîng ewlehî û aramî ye.”


Rêya rojava di Hewlêrê de diçe!

Tê gotin ku Tirkiye, ji bo têkiliyên xwe yên bi Rojava û bi taybetî bi Amerîka re ji nû ve bi keys bike û rûpeleke nû veke, hewl dide ji Rojhilata navîn dest bi vê hewldanê bike. Serdana Davutoğlu ya Bexda û Hewlêrê jî di vê çarçoveyê de tê nirxandin. Dîsa di vê çarçoveyê de tê gotin ku bi taybetî serdana wî ya Hewlêrê ji bo normalkirina têkiliyên bi DYA re diyar dike ku havkarê herî grîng ê DYA yê Rojhilata Navîn Hewlêr e û Davutoğlu hewl dide ku bi ser Hewlêrê ve derzên ku li têkiliyan ketiye tamîr bike.

Wek tê zanîn Tirkiye, di babetên pêvajoya çareseriyê, korîdorên enerjiyê, geşedanên leşkerî, hevkariya Rojava û Hewlêr û referanduma serxwebûnê de bi Hewlêrê re ne partnerekî hevseng e. Êdî wê guhê Enqereyê li Hewlêrê be û ji ber vê yekê mirov dikare bêje grîngiya serdana wî ya Bexdayê di bin siya serdana Hewlêrê de ma.

Davutoğlu li Hewlêrê çi da û çi stend?

Balkêşiyeke din a vê serdanê jî, mijarên ku aliyan diyar kirin ku li serê mutabiq bûne. Yekem care ku çapemeniya Tirkiyeyê qala tawîzên ku wê Hewlêr bide Tirkiyeyê nake, berovajî qala mijarên ku Tirkiye dikare alîkariya Hewlêrê bike dike. Sedemên ku Enqereyê hewcedarê Hewlêrê dike bêguman Pêvajoya Çareseriyê û şkestina têkiliyên wê yên bi Rojava re ne. Weke tê zanîn ji destpêkê heta niha, di mijara Pêvajoya Çareseriyê de Herêma Kurdistan hem wek çavdêr, hem wek garantor û hem jî wek welatê ku wê PKK xwe vekêşîne wê derê, gellek mîsyon hilgirtiye ser xwe. Li gel van mijaran, mijara xettên enerjiyê û geşedanên li herêmê jî sedemên ku Enqere dest ji quretiya xwe berde û bi Hewlêrê re di asteke hevseng de têkiliyan bimeşîne.

Yekem car ji raya giştî re hate ragihandin ku Tirkiye di bernameya perwerdekirina Pêşmerge de cih girtiye, li Kurdistman perwerdehiya leşkeri dide Pêşmerge û ev piştgirî wê hîn berdewam bike. Di mijara DAIŞ’ê de jî Davutoğlu hin sozan da Barzanî. Xuya ye ku wê aliyekî sekreteryaya ku ji bo pêvajoya çareseriyê tê nîqaşkirin li Hewlêrê be. Serdana Davutoğlu ya kampa ku Pêşmerge lê tê perwerdekirin jî diyar dike ku Tirkiye di mijarên leşkerî de jî xwe derbasî zemîneke aram dike û li ser wê zemînê rûpelekî nû vedike. Li hemberê vê helwesta Enqereyê, Hewlêr jî bi helwesteke mûtevazî û bixwebawer balê dikêşîne ser xwe.

Em û Tikirye nêzîkî hev in

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di daxuyaniya çapemeniyê ya ku piştî hevdîtina bi Davutoğlu re hate dayîn de destnîşan kir ku di hevdîtina bi Davutoğlu re ew li ser babetên ewlehî, siyasî, aborî û gellek babetên din rawestiyane û got: “Em û Tirkiye nêzîkî hev in. Di vê hevdîtinê de me li ser meşandin û geşedandina hevkariya Tirkiye û Herêma Kurdistan, hevkariya li dij terorê û geşedanidina hevkariyên aborî yên dualî biryaran wergirt.” Barzanî da zanîn ku wê rojê 150 hezar varîl Petrola Kurdistan di bin çavdêriya SOMO’yê, bi ser Tirkiye ve derbasî bazara cîhanê bibe û di bergidana vê de wê Bexda jî du dananên ku ji 500 milyon dolarî pêk tê radestî Kurdistan bike. Barzanî got: “Peymana bi Bexdayê re bi encam nebûye. Di rojên pêş de wê desteyeke me biçe Bexdayê û ewê dikaribe peymanê bi encam bike.”

Ji alî din ve Mesûd Barzanî, hefteya çûyî ji televizyona Frensî France 24 re ragihand ku ew di referanduma serxwebûnê de bi israr e û ewê dest ji vê israra xwe bernede. Barzanî diyar kir ku tu tişt nikare li hember vê daxwazê raweste û got: “We dem dibe ku hinekî dereng pêk bê lê belê ji vê yekê veger nabe û wê kurd tu carî dest ji mafê xwe bernedin.” Li ser pirsa peyamnêr a ‘Tu dixwazî bibî serokê hemû kurdan?’ jî Barzanî got: “Tu carî xeyaleke min a wisa çênebûye. Ji bo min a grîng serxwebûna Kurdistan e, postê seroktiyê nîne.”

Xalên siyasî, aborî, ewlehî û mirovî hatin nîqaşkirin

Davutoğlu jî da zanîn ku wî li Hewlêrê hevdîtinên erênî pêk aniye û got: “Ewlehiya Iraqê ji bo me grîng e, lê belê ji ber ku cîranê me ye, ewlehiya Herêma Kurdistan hin grîngtir e bi ewlehiya Tirkiyeyê re rasterast têkildar e.” Davutoğlu diyar kir ku ji bo ewlehiya Herêma Kurdistan çi piştgirî pêwîst be ewê bikin û got: “Em li ser mijara perwerdekirina Pêşmerge jî rawestiyan, wê piştgiriya me ya di derbarê ewlehiyê de dom bike.” Davutoğlu da zanîn ku di hevdîtinê de ew li ser xalên siyasî, aborî, ewlehî û mirovî rawestiyane. Li ser peymana petrolê ya Bexda û Hewlêrê jî Davutoğlu da zanîn ku ew ji vê peymanê pir kêfxwe bûne û ji bo vê yekê ew amadene ku piştgirî bidine aliyan. Davutoğlu got: “Pêdiviya Tirkiye ya enerjiyê diyar e û Tirkiye herdem sozên xwe bi cih tîne.” Di desteya ku bi Davutoğlu re hate Hewlêrê de hebûna Rawêjkarê MİT’ê Hakan Fidan, Cîgirê Serokwekîr Yalçın Akdoğan û Wezîrê Karên Hundur Efkan Ala yên ku di pêvajoya çareseriyê de kesên pir çalak in jî balê kêşa.

Pêşmerge bi coş û kelecan şer berz dike

Di derbarê eniyên şer de jî Berdevkê Wezareta Pêşmerge Cabar Yawer ji BasNûçe’yê re ragihand ku di eniyên şer de Pêşmerge bi coş û kelecaneke mezin kontrola şer xistiye destê xwe û got: “Li Kerkûk, Tûzxûrmatû, Zûmar û hemû eniyan de DAIŞ ketiye pêvajoya têkçûnê û Pêşmerge ji bo encama dawî amadekariyên xwe dike. DAIŞ tenê di pozisyona parastinê de ye û Pêşmerge êrîşên xwe roj bi roj berz dike.” Di derbarê çûna yekîneyên Pêşmerge yên nû ya Kobanê de jî Yawer diyar kir ku YPG’ê daxwaza vê yekê nekiriye û got: “Ger YPG daxwaz bike û Serokatî û Parlaman biryara fermaneke wisa bide Pêşmerge amade ye ku yekîneyên nû bişîne Kobanê.”

Ji DYA ji bo Pêşmerge çekên gran

Pêşniyara Serokê Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Nûneran a DYA Ed Royce ya ku heta 3 salan rayeyê dide rêveberiya Obama da ku dikaribe rasterast çekên giran bide Herêma Kurdistan ji meclîsê re hate pêşkêşkirin. Ger ev pêşniyar bi fermî bê qebûlkirin wê rêveberiya Barack Obama bêyî çavdêriya Hikûmeta Navendî ya Iraqê, wê dikaribe rasterast çekên gran bide Herêma Kurdistan.

Peşmerge hevkarê kritik e

Ed Royce di daxiyaniya xwe ya nivîskî de Pêşmerge wek ‘Hevkarê Krîtîk’ nirxand û da zanîn ku Pêşmerge bi çekên sivik li dij DAIŞ’a ku xwedî gellek top, maşînên zirxî û çekên giran e, şerekî mezin dike. Royce got: “Di destê DAIŞ’ê de 4 hezar çekên gran, 1 hezar û 500 maşînên zirxî, 50 topên mezin ên menzîl dirêj hene. Ji bo Pêşmerge dikaribe bi serkeftî li dij vê rêxistinê şer bike, divê bi çekên gran bê hêzdarkirin.” Ji bo ev pêşniyar di Kongreyê de derbas bibe û biçe ber destê Obama, divê hem di Meclîsa Nûneran de derbas bibe hem jî Di baskê Senotoyê de bê pejirandin. (BasNûçe) / (r.s)
Top