• Monday, 16 February 2026
logo

“Piraniya axa Kurdistanê ji DAIŞ`ê hatiye standin”

Gulan Media November 25, 2014 Nûçe
“Piraniya axa Kurdistanê ji DAIŞ`ê hatiye standin”
Wezareta Pêşmerge aşker kir ku, plana azadkirina Şingalê û navçeyên Xiristiyaniyên rojavayê bajarê Mûsilê dariştiye û piraniya axa Kurdistanê ya dibin destê DAIŞ`ê de kontirolkirine.

Berpirsê Ragihandinê li Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ji BasNewsê re got:“Bi kontirolkirina navçeyên Celewla û Seidiye, me piraniya axa Kurdistanê ji destê DAIŞ`ê stand“.

Navbûrî aşkere jî kir ku, plana azadkirina Şingalê û navçeyên din ên parêzgeha Mûsilê ku navçeyên Kurdistanî ne ligel navçeyên Xiristaniyan dariştine û di nêzîk de tevahiya navçeyan dê werin azadkirin ku, niha tenê 3`ê navçeyên serekî mane.

Derbarê azadkirina navçeyên Celewla û Seidiye û peydabûna arîşeyan di navbera Pêşmerge û hêzên din de Helgurd got:“Ji ber nebûna odeya hevbeş bo azadkirina wan navçeyan û hebûna bîr û baweriyên cuda ya wan hêzan, ev yek bû sedema peydabûna arîşeyan û got:“Navçeyên Celewa û Sadiye ji aliyê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û Artêşa Bedir û Artêşa Iraqê ve hatin kontirolkirin“.

basnews
Top