Terorîstên DIŞIê gelek lawaz bûne
Şerê li Kobanê didome û hêzên Kurdî terorîstên DIŞIê gelek lawaz kirine.
Peyamnêrê me yê li Kobanê diyar kir ku hêzên pêşmerge û şervanên YPGê êrîşên xwe yên hevbeş bo ser terorîstên DIŞIê didomînin.
Peyamnêrê me eşkere kir ku ev sê roje terorîstên DIŞIê hêza wan ya êrîş kirinê nemaye lêbelê bi çekên giran car car hin deverên Kobanê topbaran dikin.
Ji aliyeke din ve Fermandarê hêzên pêşmerge yên li Kobanê Ebdulqehar ragehand ku terorîstên DIŞIê gelek lawaz bûne û hêza wan ya êrîş kirinê nemaye û ew sê roje nikarên êrîşan bikin lê bi çekên giran car car hin deverên Kobanê topbaran dikin.
Ebdulqehar di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku hevdem li gel êrîşên hêzên pêşmerge û şervanên YPGê bo ser terorîstên DIŞIê balefirên hêzên hevpeyman jî êrîşên xwe yên asmanî bo ser terorîstên DIŞIê didomînin.
Hêjayê gotinê ye ku vê di wan rojan de hêzên pêşmerge yên li Kobanê werin guhertin û hêzeke din ya nû biçe ciyê wan li Kobanê.
