Balafirên Iraqê belavokan davêjin ser Mûsilê
Li gorî agahiyan, di belavokên li Mûsil, Tikrît, Felucê hatiye belav kirin de ji xelkê herêmê tê xwestin ku li dijî rêvebiriya DAIŞê derbikevin.
Di belavoka bi mora Wazerata Parastina Iraqê de tê gotin, “Ji bo rizgarkirina herêma we dê operasyonên berfireh bên destpêkirin.”
Serokwezîre Iraqê Heyder Ebadî serê vê mehê gotibû, “Rizgar kirina Mûsilê nêzîk e.”
Rudaw
