Barzanî: Kurd ne amade ne xwe bo Mûsilê bidin kuştin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke ligel rojnameya Financial Times a Brîtanî de, behsa pirsgirêkên İraqê kir û got: ‘’Dibe ku pirsgirêkên İraqê bi konfederaliyê çareser bibin.’‘
Barzanî wiha dibêje: ‘’Bawer nakim li Kurdistanê kesek bê dîtin ku baweriya wî-wê bi wê yekê hebe İraq dikare ji pirsgirêkên xwe rizgar bibe. Ne Kurd xwe ji bo Sune û Şîeyan didin kuştin û ne jî berevajiya wê.’‘
Barzanî da zanîn ku İraqiyan îspat kirine ku tu baweriya wan bi dewleta wan nemaye û wiha axifî: ‘’Şîe ne amade ne li Mûsilê bên kuştin, Sune jî ne amade ne li Necef û Kerbela xwe bidin kuştin, herwiha Kurd jî ne amade ne xwe ji bo Mûsilê bidin kuştin.’‘
Bi baweriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, niha pêdiviya İraqê bi hevkêşeyeke nû ye daku bikaribe wiha li pêkhateyên xwe bike li cografyayekê îdare bikin û bijîn ku navê wê İraq e.
Basnews
