Sadiye û Celewla bi tevahî hatin kontrolkirin
Di vê derbarê de Berdevkê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li navçeya Germesêr Ehmed Letîf ji BasNewsê re got: ‘’Vê sibê saet 4: 30’an Pêşmergeyên Kurdistanê bi alîkariya Artêşa İraqê ji pênc aliyan ve êrîşî herdu bajarokên Celewla û Sadiye kirin û di hundirê çend saetan de karîn çekdarên DAİŞ’ê di wan herdu bajarokan de nehêlin.’‘
Ehmed Latîf da zanîn ku di dema êrîşê de teqandina piran, danîna bombeyan li ser rêyên giştî û girtina hemû kolanan bi girên axê astengî çêkirine û wiha axifî: ‘’Ji ber danîna bombeyan li Sadiye û Celewla, niha welatî nikarin vegerin ser mal û milkên xwe, divê berî hemû tiştekî ew bombe û mayîn bên pûçkirin.’‘
Li gor agahiyên BasNewsê ku ji Nexweşxaneya Giştî ya Xaneqîn wergirtine, di operasyon û êrîşa îro ya Hêzên Pêşmerge de bo ser Sadiye û Celewla, 20 Pêşmerge şehîd bûn û 49 jî birîndar bûn. Herwiha 8 leşkerên İraqê hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.
Basnews
