• Monday, 16 February 2026
logo

Barzanî: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê destpêk e

Gulan Media November 23, 2014 Nûçe
Barzanî: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê destpêk e
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de destpêk e û heta şanda danûstandinan a Kurdî neçe Bexdayê, pirsgirêk bi tevahî çareser nabin.

Doh di civîneke çapemeniyê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê kir û wiha axifî: ‘’Rêkeftina destpêkê di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta İraqê de li ser wê yekê ye ku di Herêma Kurdistanê re rojane 120 hezar bermîl petrola Kerkûkê bo Tirkiyê bê şandin, Bexda jî bi du beşan, milyarek dolar bişîne ji Herêma Kurdistanê re.’‘

Di civîna çapemeniyê ya hevbeş de ligel Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, Serok Barzanî got: ‘’Rêkeftina niha hatiye kirin destpêk e û heta şanda danûstandinan a Kurdî neçe Bexdayê, pirsgirêk bi tevahî çareser nabin.’‘

Derbarê hinardekirina petrolê de jî Barzanî got: ‘’Ew petrola ku tê şandin, petrola wan boriyan e ku berê ji Kerkûkê ber bi Mûsilê û ji wir jî bo Bendera Ceyhan dihat veguhestin, lê belê niha derfet nîne ku petrola Kerkûkê bi rêya Mûsilê bo derve were şandin.’‘

Basnews
Top