Amerîka: Me heta niha barê 46 balafiran alîkarî daye Pêşmerge
Peyamnêrê Rûdawê li Washingtonê Namo Ebdullah ragihand ku wî ji rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê pirsiye “We di şerê DAIŞê de heta niha çiqas alîkarî daye Pêşmerge?”
Namo Ebdullah da zanîn ku wî berpirsê amerîkî jê re wiha gotiye: “Heta niha Bexdayê rê daye me ku em barê 46 balafiran alîkariyên leşkerî ji hêzên Pêşmege yên Kurdistanê re bişînin.”
Tê zanîn, alîkariyên leşkerî yên ku ji derve tên şandin divê destpkê herin Bexdayê paşê ji wir derbasî Kurdistanê bibin.
Rudaw
