• Monday, 16 February 2026
logo

Erdogan û Biden li hev civiyan

Gulan Media November 23, 2014 Nûçe
Erdogan û Biden li hev civiyan
Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê Erdogan got, ti nakokiyek di navbera Enqere û Washingtonê de tine.

Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden ku şeva borî çû Tirkiyeyê, duh li bajarê Stenbolê bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtinê ku 3.5 saetan ajot, Erdogan wiha got: “Me li ser gellek mijaran gotûbêj kir. Derket holê ku Tirkiye û Amerîka li ser wan mijaran hevnêrîn in.”

Erdogan her wiha anî ziman ku wî û Biden li ser şerê DAIŞê li Sûriye û Iraqê bi berfirehî axivîne û gihîştina wê biryarê ku li ser asta herêmî û navdewletî hevkariya her du welatan di warê parastina aştî û ewlehiyê de bidome.

Biden jî li ser naveroka hevdîtina xwe bi Erdogan re wiha got: “Me li ser pêvajoya veguhez a siyasî li Sûriyê gotûbêj kir. Ji ber rewşa Sûriyê barekî giran li ser milê Tirkiyeyê ye. Hikûmeta û gelê tirk himbêza xwe ji 1.6 milyon penaber re vekirine. Me her wiha li ser gavên hevbeş axivî.”

Di civînê de ji her du aliyan jî rayearên pilebilind ên siyasî û ewlehiyê beşdar bûn.

Rudaw
Top