“Di şerê DAIŞê de Tirkiyê alîkariya leşkerî û lojêstîk da Başûrê Kurdistanê”
Wezîrê Hikûmetê di karûbarên Parlamentoya Kurdistanê Mewlûd Bawe Murad tevlî bernameyeke Radyo Rûdawê bû û li ser serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu bo Bexdayê got, Davûtoglu li Bexdayê ji rayedarên iraqî re wiha gotibû:
Pêwendiyên Tirkiyeyê bi Herêma Kurdistanê re pêwendiyên qanûnî ne çimkî Herêma Kurdistanê li Destûra Iraqê de hatiye ziman ji ber wê jî emê li ser pêwendiyên xwe bi Hewlêrê re berdewam bin.
Mewlûd Bawe Murad her wiha diyar kir ku di şerê DAIŞê de Tirkiyeyê alîkariyên leşkerî û lojêstîkî daye Herêma Kurdistanê û wiha axivî:
“Davûtoglu dema serdana Kampa Bapiştiyanê ya hêzên pêşmerge kir xwest vê peyamê bide ku çek û kesên me yên pispor hene ku dikarin pêşmerge perwerde bikin û fêrî bikaranîna wan çekan bikin.”
Li gorî wî wezîrê Kurdistanê, Serokwezîrê Tirkiyeyê her wiha li Bexdayê gotibû ku rayedarên tirk bi serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî re nakok bûn lê dê bi hikûmeta nû ya Iraqê re rûpelek nû vekin.
Şeva 21ê Mijdara îsal, Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu ji Bexdayê gihîşt Hewlêrê. Davûtoglu piştî ku bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anî, li ser rêya xwe serdana Kampa Bapiştiyanê li nêzîkî bajarokê Soran ê girêdayî Hewlêrê kir.
Di wê kampê de hêzên Pêşmerge ji aliyê hêzên tirk ve tên perwerdekirin.
Rudaw
