Davûtoglu li Zaxoyê ye
Serokwezîr Ahmet Davûtoglu piştî ku li Hewlêrê bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re civiya, bîstekê beriya niha gihîşt bajarê Zaxo.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, armanca serekî ya serdana Davûtoglu ya Zaxo vekirina Kampa Bêrsivê ya ku ji aliyê AFADê ve ji bo penaberên tirkmen ên Tilefera Mûsilê hatiye avakirin, ye.
Davûtoglu ji aliyê Parêzgarê Dihokê Ferhad Etroşî ve hat pêşwazîkirin. Piştî ku Etroşî bixêrhatina Davûtoglu kir, wî jî spasiya Etroşî kir û wiha axivî: “Ez cara yekê ye têm Dihokê. Ez dihokiyan silav dikim.”
Serokwezîrê Tirkiyeyê agahiyeke balkêş jî eşkere kir û wiha got: “Ez kêfxweşî im ku şagirdekî min bûye parêzgarê Dihokê (qesta wî Etroşî bû)”.
Ahmet Davûtoglu her wiha anî ziman ku çi ji destê wan bê dê ji bo penaberan bikin.
Rudaw
